Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êriş pêk anîn

.

 Medyaya herêmî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê doh li Sûriyeyê hinek êrişên hewayî pêk anîne.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku êrişeke Îsraîlê derdora bajarê Himsê yê li rojavayê welêt kiriye hedef.

Ajansê pişt re da zanîn ku êrişeke din li derdora bajarê peravê Laziqiyeyê pêk hatiye.

Her wiha hat gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora Tedmurê jî bombebaran kiriye.

Derbarê ziyanên canî û madî de ti agahî nehatin parvekirin.

Birêveberiya nû ya Sûriyeyê ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve li ser kar e û artêşa Îsraîlê gelek caran derbasî nav axa Sûriyeyê bûye û hinek caran êrişên hewayî pêk anîne.

Artêşa Îsraîlê Çiyayê Hermonê yê Sûriyeyê jî kontrol kiriye.

Îsraîlê ji sala 1967an ve piraniya Girên Golanê kontrol kirine û piştî bûyerên ku bûn sedema rûxîna desthilata Beşar Esed kontrola xwe berfirehtir kiriye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî Namo Fazil pîroz kir
Ferhad Têlo: Para Kurdan di Parlamena Sûriyê de divê herî kêm 40 kursî be
Li Enbarê 7 gorên bikom hatin dîtin
Li Tehranê xelkê fêrî bikaranîna çekan dikin
Amerîkayê 5 mercên xwe diyar kirin: Pêşmercên Îranê çi ne?