Babe Şêx koça dawî kir

Kesayetê navdar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx koça dawî kir.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx ku li li nexweşxaneyê dihat demankirin di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Babe Şêx îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir.

Xêrî Bozanî anî ziman ku mirina Babe Şêx valahiyeke mezin di Civata Bilidn a Rûhanî û Sîstema Ayînî ya Êzidiyan de hêla û koçkirina wî xemeke mezin e bo hemû Kurdên Êzidî.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx niha 87 salî bû û nexweşiya gurcîskê li gel hebû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.

Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û ew li jêr çavdêriya hûr a pîzişkî de bû.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê