Aynur Dogan hêjayî Xelata WOMEX 2021an hat dîtin

.

Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî WOMEX ragihand ku wê xelata hunermendê ya 2021an bide hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan.

Muzîkjen û stranbêja Kurd Aynur Dogan hêjayî Xelata Hunermendê WOMEX 2021 a Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî hat dîtîn.

Hat diyarkirin ku "Demeke dirêjê ji ber dilsoziya Aynûr Dogan a ji bo parastin û nûkirina çanda Kurd û Elewiyan, bi hunerî li pêşberî zexta siyasî rawestandin û dema vê dike, ji her kesê ku li dijî yên hewl didin wan bêdeng bikin distire re dibe model" bû sedemên giring ên ku wê hêjayî xelatê dîtin.

Hunermenda Kurd Aynur Dogan li ser hesabê xwe yê Twitterê wergirtina xelatê da ragihand û wiha got “Yek ji gavên herî girîng ên rêwîtiya min a muzîkê dîsa di sala 2006an de bi WOME-ê dest pê kir. WOMEX, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya muzîkê ye, ez hêjayî xelata hunermendiyê ya 2021-an dîtim, ez bi vê gelek şanaz im! Min xwest ku ez vê bextewariya xwe bi we re parve bikim.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye