Axaftina Nêçîrvan Barzanî ya li pêşwaziya termê Necmeddîn Kerîm!

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwaziya termê Dr. Necmeddîn Kerîm de got, "Bi serbilindî jiya û em bi serbilidî yad dikin û bi xêr hatinê li termê wî dikin".

Îro merasîma pêşwazikirina termê parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerim li firokexaneya Hewlêrê pêk hat.

Barzanî di axaftina xwe de pesnê xebat û bizavên Necmeddîn Kerîm yên şoreşgerî dan û diyar kir ku ew herdem piştevan û hevrêyê Mela Mistefa Barzanî û şoreşên Kurdistanê bû.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Dr. Necmeddin Kerim evîndarê Kerkûkê bû. Bi eşq û evîn kar ji bo Kerkûk û Kerkûkiyan kir. Kerkûk herî zêde di dema parêzgariya wî de ji aliyê xizmetgûzarî, xwendin û tendirûstiyê ve pêş ket.

Necmeddîn Kerîm dizanî kêşeya serekî ya Bexdad û Herêma Kurdistanê Kerkûk e. Mixabin ji ber ku maddeya 140ê nayê bi cihanîn kêşe berdewam in."

Nêçîrcan Barzanî dûbarekir ku divê kêşeya Kerkûkê bi diyalog û aştiyane were çareserkirin.

Her wiha diyar kir ku termê Necmeddîn Kerîm demkî li Hewlêrê tê veşartin. Dema rewşa Kerkûkê çareser bû, dê termê wî vegûhêzin Kerkûkê.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê