Ava Wêstgeha Elok careke din li Heseke qut bûye

.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava Wêstgeha Elok a ku di bin kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, li Serê Kaniyê qut bûye. Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çerkdar ên sre bi Tirkiyê, ev çendîn car e ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê birriye.

Ev 4 roj in ava Wêstgeha Elok a ku di bin kontrola grûpên çekdaran de ye li Serê Kaniyê li ser Heseke qut bûye û li gor xelkê, av ji dema du heftiyan ve kêm bûye û li hinek cihan jî qut bûye.

Ji ber vê yekê xelk neçar dibe ku tankerên avê yê 5 bermîl, bi 5 hezar lîreyên Sûrî dagire.

Beşeke din a xelkê sûdê ji bîrên ku wan bi xwe kolane werdigirin lê bi kêrî vexwarin, xwarin  nayê.

Ev yek di demekê de ye ku niha li Heseke û Qamişlo, Reqa û Tebqa ji ber tedbîrên belavbûna Coronayê çûn û hatin qedexe ye û metirsî heye nebûna avê, bibe sedem ku xelk pabendî qedexeyê nebe û bo peydakirina avê derkevin.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!