Ava Çemê Mûnzurê rêya Pulurê girt!

Barîna barana zêde û xetereya lehîyê li Bakûrê Kurdistanê jî heye. Ev du roj in barîna zêde kir ku ava Çemê Mûnzûrê di ser ra avêt û rêya Dêrsim-Pulurê girt.

Li Dêrsimê piştî barana ku du roj in dibare, ava Çemê Mûnzurê di ser ra avêt û rêya di navbera navenda Dêrsim û navçeya wê Pulurê de ji çûnûhatinê ra hat girtin.

Piştî barana gur û helîna berfê îro Çarşemê 10ê Avrêlê, serê sibê da, ava Çemê Mûnzurê li çend cihan di ser ra avêt û rê ji çûnûhatina wesayîtan ra hat girtin.

Li devera Halvorî, Pira Venk û çend cihên din ji ber ava zêde wesayît niha nikarin çûn û hatinê bikin.

Herwiha welatiyên ku dixwazin bi rêya Xozat û Kemereşa herin navçeya Pulurê jî ji ber ku berfê rê girtine, nikarin herin navçeyê.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?