Ava Bendava Ilisûyê di meha Hezîranê da wê bê berdan

Bo projeya Bendava Ilisûyê ku wê Eskîfa 1200 salî di bin avê da bihêle, ava çemî dê di meha Hezîranê da were berdan.

Hat ragihandin ku di civîna Lijneya Koordînasyonê ya Sêrtê da, Walîyê Sêrtê Alî Fûad Atîk ragihandîye, roja 10ê Hezîrana 2019an ve, dê berdana avê bo Bendava Ilisûyê destpê bibe ji ber vê jî daxwaz kirîyê ku hemû jîngehên li korta bendavê werin valakirin.

Devikên Bendava Ilisûyê li Kerborana navçeya Mêrdînê ye û korta komkirina avê jî di nav sînorên Batman, Sêrt, Şernex û Amedê da ne.

Piştî berdana avê, Heskîfa 1200 salî û 199 gund dê di bin avê da bimînin. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?