Ava Bendava Ilisû kêm kirin, masî telef bûn

Ji ber ku ava Bendava Ilisûyê hat kêmkirin bi hezaran masî telef bûn.

 

Ji ber Bendava Ilisû-Veysel Eroglûyê ku Heskîfa dîrokî di bin avê de hişt, bi hezaran candarên avî telef bûne. 

Piştî ku bendav heta dev hatibû tijekirin Qesra Biçûk di bin avê de mabû. Piştî vê ava bendavê hatibû berdan, lê belê cardin jî av diket qesrê. Li gor agahiyên bi dest ketin, bi kêmkirina ava bendavê re di bin navê "parastinê" de ji bo Qesra Biçûk projeyek hatiye amadekirin. Lê belê bi vê re bi hezaran masî jî xwe li cihekî teng girtine û ji ber vê bi hezaran masî jî telef bûna. Masiyên ku piştî ava hat kêmkirin xwe li cihekî berteng girtibûn, bê av mane û telef bûne.

Masîgir Mûstafa Çayir li ser vê yekê got: "Gava ava bendavê tê kêmkirin pengavên biçûk çêdibin. Masiyên bi xelasê dikevin diçin cihên kûr. Ên xwe bi xelasê naxin jî li vê derê dimirin. Li vê derê di nava mehekê de bi hezaran masî mirin. Berê gava em dihatin vê derê û me masî zevt dikirin, pir bûn. Lê belê êdî masî ne di nava avê de ne." 

Seymen Çoban jî da zanîn ku piştî ava bendavê hatiye kêmkirin masî li rastê mane û telef bûne û got: "Piştî av hat kêmkirin masî mirin. Dibe ku bendav ji bo masiyan bi kêr bê, lê divê ava wê zêde be ku masî nemirin." 

Metîn Yoksu / MA / Batman

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin