Asayîşa Hewlêrê 5 hezar demançeyên bê ruxset îmha kirin

.

Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi hezaran çekên hatibûn desteserkirin ku bê mohlet û qaçax bûn, ji aliyê asayişê ve bi silindiran hatin îmhakirin.

Rêveberiya asayişa Hewlêrê ragihand ku îro 12ê Mijdarê 5 hezar demançeyên bê mohlet, ku ji aliyê tîmên asayişê ve hatibûn komkirin hatin îmhakirin.

Asayişa Hewlêrê da xuyakirin, bila her kes bizane ew dê karê xwe yê li ser desteserkirin û komkirina çekên bê mohlet berdewam bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?