Artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Minbicê topbaran kirin

.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, gundên Ereb Hesen û Toxan li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar roja Duşemê 28ê Kanûna 2020an ji gundê Humat El-Kerad li bakurê çemê Sacûrê ve ku li bakurê Minbicê ye, gundên Ereb Hesen û Toxan li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Derbarê zirarên topbaranê de ti agahî nehatine belavkirin.

Bajarê Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê ye û ji 2016ê ve Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew bajar ji dest rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAIŞ) derxistibû.

Niha hêzên HSD, hêzên Rûsya û hikûmeta Sûriyê li navçeya Minbicê hene, lê kontrola îdarî-siyasî ya navçeyê di destê hêzên girêdayî HSDê û Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê de ye.

Encûmena Sivîl a Minbicê karûbarên îdarî-siyasî yên navçeyê birêve dibe û Encûmena Leşkeriya Minbicê jî weke baskê leşkerî navçeyê diparêze.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?