Artêşa Tirk li Sêrtê oparesyoneke berfireh da destpêkirin

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê îro 11ê Îlonê li nav sînorê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê operayoneke berfireh li dijî PKK da destpêkirin.

Li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, operasyona bi navê Birûsk-11 Herekol îro ji îro danê sibehê ve hatiye destpêkirin ku 1003 serbaz û efserên Cenderme, Hêzên Taybet û cerdevan ku ji 56 tîmên cuda pêk tên beşdarî operasyonê dibin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha diyar kiriye ku ji roja 13ê Tîrmehê ve 10 operasyonên cuda yên bi navê Birûsk hatine encamdan, 54 gerîlayên PKKê hatine kuştin û 24 kes jî hatine desteserkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?