Şandeke pilebilind a Artêşa Amerîkayê îro serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi rayedarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re hevdîtin pêk anîn.
Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro Duşemî Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, General Kenneth McKenzie gihîşte Rojavayê Kurdistanê û li gel hin rayedarên YPGê û HSDê hevdîtin pêk anîne.
General Kenneth McKenzie di vê serdana xwe de li gel Fermnadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî û fermandarekî din ê HSDê yê bi navê Nîroz Ehmed re civiyaye.
Serdana wî generalê pilebilind ê Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Tirkiyê ye û biryar e derbarê avakirina Navçeya Aram a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de li gel rayedarên Tirkiyê danûstandinê bike.
Kurdîstan Haberleri
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye