Artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên serbazî pêşkêşî Pêşmerge kir  

.

Artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên serbazî ya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê.

Îro danê sibê li Wezareta Pêşmerge, di merasimekê de, artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên serbazî da du tabûrên Pêşmerge.

Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ev alîkarî nîşan dide ku pêwendiyên me û artêşa Amerîka zêdetir bihêz  bûne.

Şoriş Îsmaîl her wiha got, em bi şanazî radigehînin ku wezareta me li ser xebatên reformê berdewam e. Helbet rola şîretkarên serbazî yên hevpeymanên me di wî warî de girîng e.

Wezîrê Pêşmerge anî ziman ku îro rojeka dîrokî ye û got, ji ber ku îro pêngaveka din bo bihêzkirina dostaniya gelên kurd û Amerîka hat avêtin. Me her dem şanazî bi vê dostaniyê kiriye û em hêvîdar in ev alîkarî û hevkarî bidome. Bê guman alîkariyên Amerîka bo hêzên Pêşmerge pir baş û girîng e.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?