AP: Amerîka tevlî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê bû

.

Ajansa Associated Pressê (AP) ragihand ku Amerîka tevlî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz berê ragihandibû ku wan li dijî Îranê “êrişeke rêlibergirtinê” daye destpêkirin.

Rayedarên Amerîkayî piştrast dikin

Rayedarekî Amerîkayî yê ku ji APyê re axivî û ji operasyonê  agahdar e, diyar kir ku Amerîka beşdarî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.

Rayedarên Amerîkayî û Îsraîlî yên ku ji The New York Timesê re axivîn jî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl bi hev re êrişî Îranê dikin.

Du rayedarên Amerîkayî ji CNNê re piştrast kir ku Amerîka li dijî Îranê êrişan pêk tîne.

Yekî ji wan rayedaran diyar kir ku êriş didomin û got, "Ev ne êrişeke biçûk e."

Heta niha rêveberiya Amerîkayê derbarê mijarê de ti daxuyaniya fermî nedaye.

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir