Amnesty bang li Tirkiyê kir lêkolîneke serbixwe li ser bûyera li Wanê bike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), derbarê avêtina 2 hemwelatiyên Kurd ji helîkopterê banga lêkolîneke serbixwe li hikûmeta Tirkiyê kir.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî, li ser avêtina 2 hemwelatiyên Kurd ji helîkopterê li bajarê Wanê, nameyek arasteyî hikûmeta Tirkiyê kir.

Amnesty di wê nameya xwe de bang li hikûmeta Tirkiyê dike derbarê îşkencekirina herdu hemwelatiyên Kurd li ser destê leşkeran, lêkolîneke serbixwe pêk bîne.

Osman Şiban ê temen 50 salî yê bavê 8 zarokan û Servet Turgut ê 55 salî ku bavê 7 zarokan e, roja 11ê Îlona 2020ê di operasyoneke serbazî ya dijî gerîlayên PKKê de li Şaxa Wanê hatibûn desteserkirin. Piştî 2 rojan derbarê wan de tiştek nedihat zanîn, derket ku li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Perwerdê ya Wanê hatine razandin.

Osman Şiban ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, lê roja Sêşemê bo nexweşxaneyeke serbazî hat veguhestin û heman rojê bo bajarê Mêrsînê hat şandin ku malbata wî li wir e. Servet Turgut jî hê li beşa çavdêriya hûr çareseriyê werdigre. Heta niha derbarê wê bûyerê de ti kes nehatine desteserkirin.

Li gor wê rapora bizîşkî ku derbarê rewşa tendirûstî ya wan herdu welatiyên Kurd de, roja bûyerê piştî ji helîkopterê ketine xwarê û birîndar bûne, ew herdu hemwelatî bêhiş bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Li nexweşxaneyê pişkinîna pêwîst bo wan hatiye kirin û li beşa çavdêriya hûr hatine razandin.

Nayîf Turgut ku birayê Servet Turgut e, ji Rûdawê re hûrgiliyên wê bûyerê aşkere kiribûn û gotibû Servet Turgut, “bi îşaretan ji me re got `em ji helîkopterê avêtin xwarê`.”

Wê bûyerê gelek Akarvedan i pey xwe anî bûn û Murat Melet, Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirov jî gotibû, “Ev ne cara yekem e, heta niha bi sedan caran îşkenceyên wiha çê bûne, lê taybetmendiyeke vê bûyerê heye, berê di nav xelkê de dihat gotin ku hinek kes ji helîkopteran tên avêtin, lê vê carê hat belgekirin.”

Li aliyê din Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û îddîa kiribû, “yek ji gumanbaran dema ku direviya ji zinar ket xwarê û birîndar bû.”

Di wê daxuyaniya Parêzgariya Wanê de hatibû aşkerekirin ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Malbatên wan herdu hemwelatiyan ku di raporta pîzişkî de hatiye belgekirin rastî îşkencê hatine, serî li Komîsyona Mafê Mirov a Baroya Wanê dabûn.

Parêzerên malbatan jî bi tohmeta, “birîndarkirina enqest, bikaranîna erkê bi xirabê û îşkencê” li ser leşkerên ew hemwelatî desteser kiribûn, li Dozgeriya Komarî ya Wanê gilî tomar kiribûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!