Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hebûna xwe ya leşkerî firehtir dike

Digel biryara vekşîna hêzên Amerîkayê ji Sûrîyê, Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê kêm nake, firehtir dike. Hat ragihandin Amerîkayê baregeheke asîmanî li herêmê ava kir û herwiha 300 barhilgirên lojîstîkî şandin herêmê.

Nûçegihanê Sputnîkê Hîkmet Durgunî ragihand ku Amerîkayê, li Ayn Îsayê ku dikeve navbera Kobanê û Reqayê, baregeheke nû ya asîmanî ava kirîye.

Li gor rayedarên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Amerîkayê bi berdewamî baregehên leşkerî li herêmên di bin kontrola HSDyê de ava dike ku berovajî biryara vekişînê, hebûna xwe ya leşkerî jî zêdetir dike.

Jêderên HSDyê dîyar kir ku Amerîkayê ku 25 baregehên wê li herêmên di dest HSDyê de hene,  li Ayn Îsayê, baregeheke nû ya asîmanî ava kirîye û parastina vê baregehê ji alîyê şervanên HSDyê va tê kirin.

Herwiha Amerîkayê veguhastina barhilgirên leşkerî û lojîstîkî jî didomîne. Jêderên HSDyê dibêjinrayedarên Amerîkî ji wan ra gotîye, 'Amerîka ji herêmê venakişe' û ji  liv û tevgerên wan jî xwe dide der.

Hat ragihandin Amerîkayê 300 barhilgirên leşkerî û lojîstîkî ji Qamişloyê veguhastîye Rojavayê Kurdistanê.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?