Amerîkayê derbarê mercên firotina F-16an bo Tirkiyê de biryareke nû da

.

Madeya kirîna F-16yan a Tirkiyeyê sînordar dikin ji Projeyasaya Desthilatdayînê ya Berevaniya Neteweyî (NDAA) ku budceya parastina 2023yan a Amerîkayê li xwe digire, cih negirt.

Projeyasaya Desthilatdayînê ya Berevaniya Neteweyî  ku budçeya berevaniya 2023yan a Amerîkayê jî di xwe de dihewîne gihîşt halê dawîn.

Komîteya konferansê pêşnûmaya NDAAyê ya ku budçeya parastinê ya 857 milyar dolarî jî di xwe de dihewîne temam kir.

Encûmena Nûneran madeyên ji bo kirîna F-16yan a Tirkiyeyê sînordar dikin ji pêşnûmayê derxist.

Nûnerê New Hampshire yê Demokrat Chris Pappasê, Nûnerê Floridayê yê Komarparêz Gus Bilirakis, Nûnera New Yorkê ya Komarparêz Nicole Malliotakis û Nûnerê New Jerseyê yê Demokrat Frant Pallone jî di nav da 18 nûneran pêşnûma pêşkêş kir û tê de madeyên firotina F-16yan a ji bo Tirkiyê sînordar dike cih negirt.

Di çarçoveya Yasaya Kontrola Hinardekirina Çekan de hikmekî dibêje divê F-16yên nû û kîtên modernîzasyonê ya F-16yan ji bo Tirkiyeyê neyên firotin hatibû dayîn û lê bexşandîbûna vê xalê bi vê merêca hatibû girêdan: “Divê ev çek qada asmanî ya Yûnanistanê îxlal nekin, dijî berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê neyên bikaranîn û ev gavên berbiçav bên avêtin û komîteyên bi mijarê re eleqedar ên Encûmena Senato û Nûneran van bibînin. Paşê serok dikare vê xalê muef bibîne."

Tirkiye ji Amerîkayê 40 balafirên şer ên nû yên F-16 Blok 70 û ji bo 80 balafirên hene jî kîtên modernizasyonê dixwaze.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt