Amerîka:Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê nayê qebûl kirin!

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di ihtimala êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê dide Tirkiyê

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) di ihtimala êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê dide Tirkiyê û dibêje: Ew kar nayê qebûlkirin.
Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de di derbarê ihtimala êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, her êrîşek tekalî li ser navçeyên bakurê Sûriyê cihê nîgeraniyê ye, bi taybet navçeyên ku leşkerên Amerîkî lê ne û her pêngavek bi wî awayî nayê qebûlkirin.

Peyvdarê Pentagonê got: Bi berpirsên Tirkiyê re civiyane û me behsa wê pirsê bi wan re kiriye û me nîgeraniya xwe jî gihandiye wan.
Sean Robertson aşkere kir jî, guftûgo û rêkeftin tekane çareserî ye ji bo pirsa ewlehiya li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê.

Pêştir çendîn caran Tirkiyê gefa êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê xwaribû û bajarê Efrînê dagîr kiribû, lê Serokê Amerîka di daxuyaniya xwe dawî de di derbarê Sûriyê de ragihand, ne ji wî ba, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dê êrîşî ser Kurdan kiriba û ji nav bibira.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?