Amerîka xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dike

.

 Balafireke barhilgir a Amerîkayê di bin çavdêriya helîkopterekê de xwe li baregeha Xirab Cirê ya li gundewarê Rimêlanê ya li bakurê Hisiçayê (Hesekê) danî.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di balafirê de cebilxane, çek û gelek alavên lojîstîk hebûn.

Ev yek di çarçoveya şandina alîkariyên leşkerî yên ji bo wê baregehê de ye ku yek ji baregehên sereke yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê ye.

Her wiha 21ê Tebaxê jî balafireke barhilgir a Amerîkayê xwe li heman baregehê danîbû û tê de alavên leşkerî, pêdiviyên lojîstîk û çend leşker hebûn.

Ev şandina hêz û alîkariyê di demekê de ye ku Hêzên Hevpeymaniyê hewl didin baregehên xwe yên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê bihêztir bikin.

Li aliyê din 20ê Tebaxê jî, konvoyeke nû ya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) piştî ku ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê El-Welîd derbasî Sûriyeyê bûbû, gihiştibû baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisiçayê.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin