Amerîka pêşniyaz dike Nashville û Hewlêr bibin destexwişk

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê roja çarşemê ji Parêzgarê Hewlêrê re pêşniyaz kiriye ku Hewlêr û Nashville, paytexta eyaleta Tennessee, bibin destexwişk.

Di civîneke online de Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê û Rob Waller, Kansulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê encam dan û li ser peywendiyên du alî û sektorên enerjî û geştyarî û bazirganî axivîn. Di civînê de ji aliyê Konsulê Giştî yê Amerîkayê ve hat pêşniyazkirin ku Hewlêr û Nashville bibin bajarên destexwişk.

Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê li ser vê pêşniyazê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ev pêşniyaz di pêşvebirina hevaltî û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de pêngaveke mezin e.”

Nashville paytexta eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye û gelek nişteciyên Kurd li wî bajarî dijîn, ku nêzîkî 18 hezar Kurd in. Piştî şoreşa Îlona sala 1974an, bi rêjeyeke berçav, welatiyên Kurd koçî Nashville kirin.

Di meha Gulana îsal de, hakimê bajarê Nashville di civîneke çapemeniyê de bi maskek derkete pêşberî kamerayan ku li ser maskê Ala Kurdistanê hatibû nexşandin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê