Amerîka karwanekî leşkerî dişîne binkeyekî Rojavayê Iraqê

.

Artêşa Amerîkayê karwanekî leşkerî dişîne binkeyê Eyn Esed ê li sînorê bajarokê Bexdadî ya parêzgeha Enbar a li Rojavayê Iraqê.

Beşek ji çapemeniya Iraqê ragehand, karwanê artêşa Amerîkayê ji 200 otomobîlên leşkerî yên cureya Hummer pêkhatiye û geheştiye binkeyê leşkerî yê esmanî yê Eyn Esedê.

Li gor çapemeniyê ragehand, karwanê leşkerî yê Amerîkayê li sînorê Besrayê ve hatiye nav axa Iraqê û balefira leşkerî ya Amerîkayê ji esman ve asayîş û ewlehiya wî karwanî girtiye heta ku geheştiye binkeyê Eyn Esedê.

Di wî karwanî de tenê otomobîlên leşkerî hebûne û leşker bi balefirên leşkerî yên veguhestinê ve ji binkeyên leşkerî re tên veguhestin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?