Amerîka: Em ji biryara Îraqê ya Hizbulah û Husiyan bêhêvî ne

.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji ber betalkirina biryara Îraqê ya ragirtina mal û milkên Hizbulaha Libnanê û Tevgera Husiyan a Yemenê “bêhêvî ne.”

Ew her wiha hişyariyê dide ku her du kom li gel zêdebûna aloziyan ji bo Rojhilata Navîn “metirsiyê” çêdikin.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê betalkirina biryara Îraqê ya ragirtina mal û milkên Hizbulaha Libnanê û Tevgera Husiyan a Yemenê bi rêya ê-maîlê pirsa Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivand.

Berdevkekî gdiyar kir Amerîka li bendê ye ku Bexda li dijî komên çekdar ên alîgirê Îranê “gavên pratîkî” biavêje, di nav de ew komên ku li nav Îraqê çalak in.

"Metirsî ne ji bo herêmê"

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got:

“Em ji poşmanbûna Îraqê ya ji biryara ragirtina mal û milkên Hizbulaha Libnanê û Husiyan bêhêvî ne. Hizbulah û HuHussî ji bo herêm û cîhanê metirsî ne.

Divê hemû welat piştrast bikin ku axa wan ji aliyê wan û komên din ên wekîl ên Îranê ve ji bo perwerde, komkirina pereyan, bidestxistina çekan an pêkanîna êrişan nayê bikaranîn.”

Zext dê berdewam bikin

Di berdewamiya bersiva xwe de, berdevk tekez kir ku welatê wî “dê zexta li ser Îraqê bidomîne” da ku çalakiyên komên ser bi Îranê ve sînordar bike ku ji bo “berjewendiyên Amerîka û Îraqê” metirsî ne.

Washingtonê çend caran ji Bexdayê xwest ku rêkarên darayî bi cih bîne û komên çekdar kontrol bike, bi taybetî piştî wê zincîra êrişên dronî û mûşekî yên sala borî ku li dijî wan baregehên ku hêzên Amerîkayê tê de ne hatibûn kirin.

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê ji şer were parastin
Ilimdarê Êzdiyatiyê ye rêzdar Pîr Xelat Eliyas , li ser Wesiyatê, Derewê, Fesadî, Hesûdî , Risq û hwd.di axive
Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be
Piştî koçberiya malkambax vegera dilbiêş: 'Derî jî nehiştine'
Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene