“Amerîka dê hinek şertên Tirkiyê li ser Rojava qebûl bike”

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, di mijara hevgirtinê de TEV-DEM (PYD) micid nîne, Amerîka jî dê hinek şertên Tirkiyê li ser Rojava qebûl bike.

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, di mijara hevgirtinê de TEV-DEM (PYD) micid nîne, Amerîka jî dê hinek şertên Tirkiyê li ser Rojava qebûl bike.


 Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê û endamê rêveberiya ENKSê, Mihsin Tahir ji televîzyona K24 re gotiye, gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê cidî ne lê ew bawer nake Amerîka bihêle Tirkiye mîna Efrînê êrişî rojavayê çemê Firatê jî bike. Ji xwe ew niha li ser avakirina herêmek aram li rojhilatê Firatê muzakere dikin.


Mihsin Tahir her wiha gotiye, lê Amerîka dê hinek şert û daxwaziyên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê qebûl bike.
Wî berpirsê ENKSê li ser tifaqa ENKS û TEV-DEM(PYD) jî gotiye, ENKS bi awayekî cidî amade ye û pêşwaziya hevgirtina kurdan dike lê TEV-DEM cidî nîne, ji ber ku TEV-DEM gefên Tirkiyê cidî nabîne, eger cidî bibîne dê tifaqa siyasî û serbazî bi ENKSê re qebûl bike.


Li ser hewlên Amerîka û Fransa bo lihevanîna ENKS û PYDê jî, wî siyasetmedarê Rojava gotiye, eger Amerîka û Fransa cidî bin dikarin her du aliyan li hev bînin lê wisa xuya dike ew du dewlet zêde cidî nînin di vî warî de.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan