Amerîka bo 35 welatan welatîyên xwe hişyar kir

Li Amerîkayê 35 welatên din jî kete lîsteya hişyarîya geştîyarîyê ku Tirkîye jî tê de ye. Ew welat jî bi piranî welatên Afrîka û ên Rojhilata Navîn in.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, kategorîyeke bi navê Kyê jî li lîsteya hişyarîya geştîyarîyê ya li welatan zêde kir ku ew kategorîya Kyê jî tê wateya 'Egera revandinê heye' û Tirkîye jî xiste nav vê katrgorîya ku rîska revandinê heye.

Berdevkê Wezaretê da zanîn ku ev nayê vê wateya ku rîska revandinê li wan welatan zêde bûye belku ev kategorîya Kyê tê wateya ku welatîyên Amerîkayê li kîjan welatan bi rîska revandin an barimtekirinê re dê rûbirû bibin.

Di derbarê Tirkîyeyê da jî Wezareta Derve gotiye li Tirkîyeyê welatîyên Amerîkayê jî tê de hêzên ewlehîyê bi kêm û nepen palpiştan bi dehhezaran mirov bi tohmeta endamtîya komên terorîst desteser kirin û li ser welatîyên Amerîkayê jî qedexeya terikandina ji Tirkîyeyê sepandin.

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye