Amed: Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin

.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku li Amedê rojê nêzî 800 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û bang li welatiyan kir ku xwe bi xwe tevdîrên xwe bigirin. 

Şewba Covîd-19'ê cardin li Tirkiyeyê zêde bû û her diçe hejmara kesên pê dikevin û hejmara kesên ji ber dimirin zêde dibe. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, rewşa bajêr nirxand. 

ROJÊ 800 KES POSÎTÎF DERDIKEVIN 

Tûran, anî ziman ku hejmara pêketiyan pir zêde bûye û got, lê belê ji ber ku daneyên jimariyî nayên parvekirin nikarin hejmareke rast bilêv bikin. Tûran, diyar kir ku piştî ku Wezareta Tenduristiyê hejmara nexweşan û hejmara pêketiya ji hev veqetandiye tabloyea derbarê şewbê de tevlihev bûye û got: "Li bajêr rojê 2-2.500 test tên kirin û ji van testan rojê li dor 800 hebi pozîtîf derdikevin."  

ZIVISTAN HAT 

Tûran, anî ziman ku zivistan hatiye û ji ber ku tevdîr baş nayên girtin hejmar zêde dibin û got: "Nexasim piştî dawiya meha Cotmehê hejmar zêde bûn. Sedema vê jî hatina zivistanê û hejmara kesên li deverên girtî dimînin bixwe ye. Şewb li deverên girtî û qelebalix zû belav dibe. Dibêjin li malê bimînin û ji bo dawiya hefteyê hin tevdîr girtine. Lê belê tişta tê kirin ne di dema liv û tevgera zêde de ye. Halbûkî ji bo şewb kêm bibe, divê liv û tevger kêm bibe." 

Tûran, diyar kir ku bi hatina zivistanê re şewb grîpê jî rû daye û got: "Niha jî talûkeyek din rû daye ku şewb Covîd-19'ê û şewba grîpê dibin yek. Li dijî vê xetere û talûkeyê divê welatî jî tevdîrên xwe yên şexsî bigirin. Nexasim jî di vê maskeyê bi kar bînin û di warê pîvanên paqijiyê de baldar bin. Ji bo laşê me karibe bi şewbê re şer bike, divê muqawemeta laşê me xurt be. Lewma divê em di xwarin û vexwarina xwe de baldar bin. Em dikarin bi fêkî û zebze vê yekê bikin. Em dikarin bi vîtamînan jî bikin."

MA / Ergîn Çaglar

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê