AMED-Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin

.

Li taxa Huzurevlerî ya Peyasê, polîsan bi lêdanê zarokek xistin maşîneya zirxî û binçav kirin. Derbarê hinceta binçavkirin zarok de tu agahî nehatin bidestxistin. 

Li kolana 90'emîn a taxa Huzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê, polîsan zarokê bi navê M.C. ê 16-17 salî binçavkirin. Beriya binçavkirinê polisan li ber çavên dayika wî M.C. derp kirin û bi lêdanê xistin maşîneya zirxî. Li gel ku dayika M.C. bi qirîn û hewar li dijî lêdana kurê xwe derket jî, polisan M.C. binçav kirin. Derbarê hinceta binçavkirina zarok de tu agahî nehatin bi dest xistin. Hat hînbûn ku polis M.C. bi xwe re birine miduriyeta polisan a Amedê û malbat jî li dû wan çûye miduriyeta polisan. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?