Amed: Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da!

Nexweşê 61 salî yê li Amedê krîza dil derbas kir, ji ber zêdebûna nexweşên vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. 

Welatiyê bi navê Mehmet Beşîr Kizilay ê 61 salî li navçeya Peyaz a Amedê krîza dil derbas kir. Malbatê li ekîbên Serwîsa Lezgîn a 112 geriyan. Ekîbên Serwîsa Lezgîn ji ber zêdebûna nexweşên vîrûsa koronayê xwestin Kizilay îqna bikin ku wî nebin nexweşxanê. Lê di vê kêliyê de Kizilay cara duyemîn krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.

Kurê Kizilay ê jiyana xwe ji dest da Serokê Odeya Tuhafiyefiroşî û Pirjimaranê ya Amedê Abdullah Kizilay, diyar kir ku di bûyerê de “xemsarî” heye.

Abdullah Kizilay, da zanîn ku bavê wî piştî nimêşa serê sibê krîza dil derbas kir û wiha  axivî: “Piştî bavê min krîza dil derbas dike, xwişka min li ekîbên Serwîsa Lezgîn 112’an digere. Ekîbên ambûlansê yên tên malê, dibêjin ku ‘ji ber  pêkîtiyên vîrûsa koronayê nexweşxanê tije ne û li nexweşxaneyan cih tuneye.’ Bi vî awayî bavê min nabin nexweşxanê. Bavê min dûre krîza duyemîn derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Çawan dibe ku xebatkarên ambûlansê birina nexweşekê ya nexweşxanê red bikin? Bavê min ji ber xemsariyek mezin jiyana xwe ji dest da.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê