Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 133 pêketin û 2 mirin

.

Li rojavayê Kurdistanê 133 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, li Hesekê 2 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 133 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 28 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 32 kes li Dêrikê, 7 kes li Amûdê, 7 kes li Girkê Legê, 3 kes li Çilaxa, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Til Temirê, 14 kes li Kobaniyê, 13 li Tebqayê, 3 li Minbicê, 1 li Reqayê û 2 kes li Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 12 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4978 kesan, ji wan 756 kes baş bûne û 132 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê