Amadekariyên qonaxeke din a diyaloga Kurdî tên kirin

Diyaloga Kurdî Kurdî li rojavayê Kurdistanê berdewam e. Herdu alî ENKS û PYNK dibînin ku ta niha danûstandin erênî ne, qonaxa duyemîn ber bi dawîbûnê ve diçe û amadekarî ji qonaxa sêyemîn re tê kirin.

Danûstandin di navbera ENKS û PYNKê berdewam e. Qonaxa duyemîn ji giftûgoyan ber bi dawîbûnê ve diçe û ta niha her du alî bi erînê diyalogê dinirxînin. ENKS dide zanîn ku mijara Lêvegera Siyasî bi dawî hatiye û li ser hatiye lihevkirin, nemaze şêweyê standina biryarên giştî bi awayekî hevbeş û niha amadekariya destpêkirina qonaxa sêyemîn tê kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Nafi Ebdela wê derbarê de ji K24ê re got: “Ji sedî 90 ji qonaxa duyemîn a danûstandina bi dawî bûye. Ji pirsên ku mane û hin nakokî li ser hene, pirsa peymana civakî (destûr) e û pirsa rêjeya nûnertiyê ye, hin lihevkirina di wan her du pirsan de heye û lê tiştekî kêm tê de maye. Niha derbasî qonaxa sêyemîn dibin û pirsa rêveberiyê dê were guftûgokirin”.

Her du alî hevnerîn in ku tiştê zehmet derbas bûye û diyalog bi rihetî derbas dibe. Serkirdeyên PYNKê dibêjin, danûstandin li ser rêvebiriyê û peymana civakî ya ji alî rêvebiriya xweser ve hatibû danîn tê kirin, lê hîn ne diyar e gelo peyman dê were sererastkirin yan dê wekî xwe bimîne.

Sekretêrê Partiya Çep a Demukrat a Kurd Salih Gedo dibêje: “Diyalog bi rengekî baş di navbera her du aliyan de bi rê ve diçe. Civata dawiyê jî ya herî serkeftî bû û gelek xal tê de hatin çareserkirin. Dikarim bibêjim ku pirsa Lêvegerê me bi dawî kiriye û tenê xalek tê de maye û niha guftûgo li ser dibe û di baweriya min de, dê di demeke nêzîk de çareser bibe”.

Xala nakok di qonaxa duyemîn de maye, pirsa par û rêjeya rêvebiriyê ji her aliyekî re ye û hîn jî lihevkirin ser vê xalê nehatiye kirin. Li aliyekî din, her du alî tekez dikin ku Amerîkî di navbênkariya xwe de cidî ne û di beşdariya xwe de di van danûstandinan de berdewam in. Ligel berdewamiya diyaloga Kurdî – Kurdî, kolana rojavayê Kurdistanê jî bi hêvî ye ku encam bilez û erênî bin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê