Almanya komek pêdivîyên nojdarî bo rûbirûbûna Koronayê da Herêma Kurdistanê

Wezareta tenduristîya Kurdistanê ragihand, Almanya hinek pêdivîyên nojdarî bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihandîye, îro danê sibê wezîrê tenduristîya Kurdistanê dr. Saman Berzencî pêşwazî li konsola giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê, Barbara Wolf kir.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku dr. Berzencî û Wolf têkestî li ser hemahengî û hevkarîyên nojdarî di navbera dezgehên tenduristîya Kurdistanê û Almanya kirine.

Paşê konsola giştî ya Almanya komek pêdivîyên nojdarî bo rûbirûbûna Koronayê pêşkêşî wezîrê tenduristîyê kir.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin