Vîrûsa koronayê û derûnîya mirovan

Vîrûsa koronayê û derûnîya mirovan

Tendirustîya derûnî ya zarokan girêdayî tendirustîya derûnî ya dêûbavê wan e. Dêûbav ji ber agahîyên çewt û nerast çiqasî bi tirs û hêrs tevbigere dê ev tirs û rewşa metirsîyê derbasî zarokên wan jî bibe.

A+A-

Ev rewşa zor û zehmet ji zarokan bigir heya extîyaran hemû kesî dixe bin bandora xwe. Ji ber ku zarok nizanin bê di rewşeke çawa de ne û nizanin bê ew û malbat çawa tevbigerin ez dixwazim destpêkê behsa zarok û malbata wan bikim. Tendirustîya derûnî ya zarokan girêdayî tendirustîya derûnî ya dêûbavê wan e. Dêûbav ji ber agahîyên çewt û nerast çiqasî bi tirs û hêrs tevbigere dê ev tirs û rewşa metirsîyê derbasî zarokên wan jî bibe.

Sîyabend Aslan*

Weke ku tê zanîn di van rojên dawî de nexweşîyeke bi navê COVID-19 (1) derketîye holê. Ji ber ku ev vîrûs bi awayekî hesan belav dibe û encamên talûke bi xwe re tîne gelek mirov hewl dide ku xwe ji vê vîrûsê biparêzin. COVID-19 vîrûseke perok e û di sîstema danûstandina bêhnê de dibe sedema enfeksîyonê. Weke ku tê zanîn ev nexweşî cara yekem di dawîya sala 2019an de li Çînê (2) derketîye holê. Nîşêtên sereke yên vê nexweşîyê herareta zêde, kuxik û bêhnçikîn e. Êşa masûlkeyan, êşa qirikê, zikêşî, di bêhnstandin û ta’hmstandinê pirsgirêk, belxem, virikîbûn hin nîşêtên dîtir nîşêtên vê nexweşîyê ne (3). Piştî ku derket pê ve ev nexweşî weke şewbekê li 200 welatî zêdetir belav bûye, heya niha 1.159.515 kes bi vê nexweşîyê ketine û ji van kesan 237.436 kes baş bûne, 62.376 kes jî jîyana xwe ji dest dane (4). Ev hejmar her kêlî zêdetir dibin.

‘GELEK KESÊN KU JI VÊ NEXWEŞÎYÊ MIRINE XWEDÎ NEXWEŞÎYÊN KRONÎK IN’

Li gorî lêkolînan rêjeya mirinê ji nav 1000 kesên nexweş 5-40 kes e. Gelek kesên ku ji vê nexweşîyê mirine xwedî nexweşîyên kronîk ên weke şekir (dîyabet), tansîyon, dil, pirsgirêkên bêhnstandinê ne û ev kesên ku dimirin bêhtir extîyar in (5). Ev nexweşî bi gelemperî bi dilopikên ku bi rêya kuxikê derdikevin holê derbasî mirovan dibe. Bi rêya deverên ku vîrûs li ser wan hene (kontamîne) jî belav dibe. Mirov piştî ku dest dide van devaran heger destê xwe bide dev, poz, çavên xwe vîrûs derbasî organîzmaya mirovan dibe û wan nexweş dixe. Pişti ku mirov dûçarî vê vîrûsê tê di 2-14 rojan de nîşêtên nexweşîyê xwe didin der û roj bi roj nîşêt girantir dibin.

‘HER KER HEYA JÊ TÊ XWE ÎZOLE, JI MALA XWE DERNAKEVE, DEST Û RÛYÊ DIŞO’

Ji ber ku vîrûsa koronayê gelekî xurt ji mirovekî derbasî mirovekî din dibe takekes mecbûr dimîne ku hin bergirîyan bi cih bîne. Îzolasyon, navbera civakî, paqijî hin ji van bergirîyên sereke ne. Her kes heya jê tê xwe îzole dike, ji mala xwe dernakeve, dest û rûyê xwe bi sabûnê dişo an dezenfekte dike, xwe gelekî nêzî mirovan nake. Lê di rewşeke wisa de heger ev bergirî bi awayekî zanebûn neyinin bi cih dê bi mirovan re hin pirsgirêkên derûnî yên weke stres, depresyon, anksîyete, nexweşîya strese ya piştî trawmayê û pirsgirêkên hevahengîyê derbikevin holê. Ji ber ku hêj dermankirina vê vîrûsê nehatîye dîtin û ne dîyar e bê ma wê ev rewş çiqasî dom bike ev jî bandorekê giran li derûnîya mirovan dike.

‘HESTEKE DÎTIR JÎ METIRSÎ YE’

Em hemû dizanin bê tirs hesteke çawa ye û bi şiklekî me hemûyan ev hest tecrube kirîye. Dema ku ji nîşka ve dengekî bilind bê me an jî erd biheje em ditirsin. Dema ku mirov li hember tiştekî şênber rewşeke xeternak dijî, tirs bi awayekî xwezayî weke bertekekê derdikeve holê. Hesteke dîtir jî metirsî ye. Ev hest herçiqasî bişibe tirsê jî lê hebekî jê cuda ye. Di rewşa metirsîyê de rewşeke nedîyar peyda dibe. Takekes dema ku li hember rewşeke nedîyar metirsîyeke zêde dijî dikeve bêhizûrîyekê û nizane bê ma wê çawa tevbigere. Bi gelek fikr û fikaran re rû bi rû dimîne û nikare xwe bi hesanî ji van fikaran rizgar bike. Heger mirov van her du hestan bi awayekî normal bijî û qontrol bike dikare jîyana xwe li gorî wê rewşê gelekî baş saz bike.

REWŞEKE ZOR Û ZEHMET…

Ev rewşa zor û zehmet ji zarokan bigir heya extîyaran hemû kesî dixe bin bandora xwe. Ji ber ku zarok nizanin bê di rewşeke çawa de ne û nizanin bê ew û malbat çawa tevbigerin ez dixwazim destpêkê behsa zarok û malbata wan bikim. Tendirustîya derûnî ya zarokan girêdayî tendirustîya derûnî ya dêûbavê wan e. Dêûbav ji ber agahîyên çewt û nerast çiqasî bi tirs û hêrs tevbigere dê ev tirs û rewşa metirsîyê derbasî zarokên wan jî bibe. Di vir de divê dêûbav bo agahîyên rast serî li çavkanîyên dirust bide da ku bi agahîyên çewt rewşa xwe û rewşa malbata xwe nexe nav tirseke mezin. Bandora medyaya civakî û nûçeyan gelekî heye li ser zarokan. Di vir de malbat divê hay ji vê rewşê hebe û zarokan gelekî dûçarî medyaya civakî, nûçe vîdeoyên nebaş yên derbarê vîrûsa koronayê neke.

Zarok bi taybetî jî di rewşên karesat û bobelatan de dixwaze xwe di ewlehîyê de hîs bike. Di vir de heya ji me bê divê em bi baldarî tevbigerin da ku zarok hîs bikin ku em li cem wan in û bo parastina wan tiştên ku wê ji destê me bê em ê bikin. Dibe ku zarok derbarê vê vîrûsê hin pirsan jî bike. A rast û baş divê em bi awayekî zanistî lê bi zimanekî ku ew fêm bikin pirsên wan bibersivînin. Bersivên me yên ne li rê dibe ku tirsa wan hîn zêdetir bike. Helbet dema ku em ji zarokan re behsa vê nexweşîyê bikin divê em temenê wan jî li ber çavan bigirin. Dibe ku ev zarok gelekî piçûk jî bin û carcaran bixwaze tiştên ku te anîye zimên dîsa bixwaze ku tu dubare bikî. Di vir de sebr girîng e û divê bi zimaneke ku ew fêm bike em jê re rave bikin. Lewra zarokên ku hê naçin dibistanê nizanin bê ma vîrûs çi ye û tiştekî çawa ye.

‘WEKE ÇÎROKEKÊ RAVE BIKE’

Di rewşeke wisa de mirov dikare ji wêneyan alîkarî bixwaze. Weke çîrokekê jê re vîrûsê rave bike. Rewşeke nedîyar metirsîya zarokan zêdetir dike. Wexta ku nedîyarîyek hebe dibe ku zarok di serê xwe de gelek senaryoyên nebaş çêbike. Weke mînak zarokên piçûk tiştên ku diqewimin dikarin gelek xelet fêm bikin. Gelo wexta ku qedexeya derketina ji derve çêbibe ma wê xwarina me têra me bike? Gelo wê hemû kes nexweş bikevin û yên ku nexweş dikevin wê hemû bimirin û hwd. Pêwîst e em bizanibin ma gelo ew çi difikirin da ku em li gorî wê alîkarîya zarokan bikin û ji wan re xweş rave bikin. Zarokên ji 6 salî piçûktir ji vîrûsa koronayê gelekî ne agahdar in. Divê ji ber vê yekê jî mirov mijarê gelekî veneke da ku em metirsîyekê nexin dilê wan zarokan.

Heya ji malbatê were bila xwarin, vexwarin, raketin û lîstika zarokan weke berê di heman saetan de bê kirin. Bi taybetî jî xew, xwarin û vexwarin gelekî girîng in bo zarokan. Ev faktor hem bo tendirustîya wan a derûnî hem jî bo tendirustîya wan fizîkî pêwîst in. Tirs, metirsî û stresa her zarokî ji hev cuda ye û li gorî wê bertekan nişan didin. Hin zarok li hemberî vê rewşê dibe ku bêdeng bimînin, hin ji wan dibe ku gelekî bixwaze biaxivin. A girîng ew e ku divê malbat haydar be û agahîyên pêwîst bi zarokan re parve bike. Dibe ku di nav çalakîyekê de ji wan re behsa vîrûsa koronayê bike û wan fêr bike bê ma wê ew çawa hay ji paqijîya xwe hebin û çawa xwe ji vîrûsê biparêzin û hwd. Gava malbat zarokan fêrî destşûştin û paqijîyê bikin divê hay ji tevgerên xwe hebin da ku ev fêrkirin bi awayekî neyînî bandorê li zarokan neke. Weke mînak heger bo destşûştin û papijîyekê 20 çirke bes be bila malbat vê neke 1-2 deqîqe an jî zêdetir. Paqijîyeke bitirs, paqijîyeke her kêlî û ji wextê xwe zêdetir wê rê li ber nexweşîya strese ya sewesîyê veke.

 

‘DIVÊ MIROV JI SIBEHÊ HEYA ÊVARÊ NÛÇEYAN TEMAŞE NEKE’

Wekî din di van rojên ku her kes di mal de ne malbat bo tendirustîya xwe ya derûnî li malê bi hev re hin çalakîyan bikin. Weke mînak bi hev re lîstikan bilîzin, wêne xêz bikin, pirtûk bixwînin, xwarinê çêbikin, fîlm temaşe bikin. Divê mirov ji sibehê heya êvarê nûçeyan temaşe neke, gelekî nekeve medyayên civakî da ku malbat stresa xwe zêde neke. Mirov nizane bê ma wê ev rewş çiqasî û çawa dom bike, ji ber vê yeke jî mirov divê di malê de bêtevger û bêhereket rûnenê û gelekî xwarinê jî nexwe. Bi egzersîz û hereketan mirov divê tendirustîya xwe ya bedene jî biparêze. Tevger û hereket bo xeweke xweş jî wê baş be.

REWŞA ZAROKAN…

Heger zarok li gorî berê hîn hêrstir be, xwe ji malbatê gelekî îzole bike, fikr û fikarên mirinê pê re peyda bibe, xew û xwarin û vexwarina wî gelekî guherî be, zû bigîrî, di bin xwe de bike an bimîze, tenê nikaribe rakeve, tirs û metirsîyên wî gelekî zêde bibin divê malbat bizanibe ku ji alîyê derûnî ve zarok nebaş e û divê malbat li gorî wê tevbigere. Pêwîst e di rewşên wisa de malbat bertekên tûj nedin zarokên xwe, li hemberî zarokên xwe bêhtir bêhnfireh bin, gelekî bi wan re nexeyidin, heya ji wan bê zarokên xwe fêm bikin, wan gelekî rexne nekin. Di hin rewşan de jî divê malbat teqez li serî nexweşxaneyê bide. Heger zarok xwe bi xwe biaxive, tiştên ku di odeyê de tune ne bibîne û dengên ecêb bibihîse, qet nexwe û venexwe, zirarê bide xwe û derdora xwe, wekî pûtekî bisekine û qet neaxive, xwe ji her kesî dûr bixe, ji odeya xwe dernekeve, ji televîzyonê bitirse, nikaribe raze, piştî xwarinê gelekî verişe, gelekî zeîf bibe û hwd.

TIRS Û METIRSÎ STRESA EXTÎYARAN ZÊDE DIKE…

Em dizanin ku hem ji alîyê derûnî hem jî ji alîyê fizîkî ve vîrûsa koronayê bandorê gelekî li ser extîyaran kirîye. Bo ku ev nexweşî belav nebe û kesên extîyar bê parastin li Tirkîyeyê destpêkê bo extîyaran qedexeya derketina derve hat kirin. Piştî ku ev qedexe hat kirin gelek kes çû ser extîyaran û weke ku vîrûsê wan belav kirîye dan xuyakirin. Dema ku li derve dihatin dîtin vîdeoyên wan dihat kişandin, peyvên nexweş, zarokane ku tu henekên xwe bi wan bikî ji wan re dihat gotin. Bêgûman ev tevgerên wisa bêhtir derûnîya wan xera dikir. Ji ber ku civat her serê kelî diçe ser wan, weke ku ew di lêpirsînekê de ne pirs ji wan tê kirin, sûcdar tên xuyakirin kesên extîyar dikevin ber fedîyê. Tevgerên wisa yên civakê dike ku ew jî xwe sûcdar hîs bikin. Hem ji ber ku vîrûsa koronayê bêhtir zirarê dide kesên extîyar hem jî ji ber kotekîya civakê tirs, metirsî, stresa extîyaran zêdetir dibe û dikevin nav depresyonekê.

Di rewşeke wisa xeter de tirsa mirinê li gorî zarok, ciwan û kesên mezin bi extîyaran re 5-6 qat zêdetir e. Destpêkê divê em extîyaran guhdar bikin, em bihêlin ku ew xwe îfade bikin û hestên xwe bînin zimên. Gelo çi difikirin, çi hest dikin. Pêwist e em ji wan re rave bikin ku ne ew berpirsîyarê vê vîrûsê ne û bo parastin û qencîya wan ev qedexeya derve heye. Divê tebigihîjin ku aniha mal bo wan cihekî gelekî ewle ye û divê ew dernekevin ji derve. Em hemû jî dizanin ku her ku emir diçe mirov bêhtir hestyar dibe û aniha ew ji me hemûyan hestyartir in. Ji ber vê yekê divê tevgerên me jî li gorî rewşa wan bêhtir hesas bin. Bo ku kesên extîyar xwe bi kêrî tiştekî nayên hîs nekin divê em bi wan re biaxivin, tiştê ku em meraq dikin ji wan bipirsin, guh bidin fikrên wan, ji tecribeyên wan sûd werbigirin, wan tevlî çalakîyên xwe bikin, em ne li cem wan jî bin em dikarin hewcedarîyên wan bi cih bînin û bi rêya telefonê wan bibînin û bi wan re biaxivin.

‘DI MEDYAYA CIVAKÎ Û TELEVÎZYONAN DE GELEK AGAHÎYÊN NERAST DIGERIN’

Belê, vîrûsa koronayê pirsgirêkeke mezin e bo tendirustîya mirovan. Lê divê em destûre nedin ku ev nexweşî me û jîyana me qontrol bike û jîyana me têxe nav destê xwe. Bo ku mirov tirs û metirsîya xwe qontrol bike çend tişt hene ku divê wan bi cih bîne. Heya ji we bê xwe bigihînin agahîyên rast. Di medyaya civakî û televîzyonan de gelek agahîyên nerast digerin. Ev agahîyên nerast mirovan bêhtir ditirsîne û wan dixe bin bandora xwe. Wextê xwe hemûyî bi medyaya civakî û televîzyonê derbas nekin. Ji xwe re hin aktîvîteyan çêkin ku hûn xwe hinekî pê mijûl bikin û serê xwe vala bikin. Tirs û metirsîya xwe hîs bikin û qebûl bikin vê rewşa xwe. Ji dêvla ku mirov xwe bêçare bibîne û her serê kêlîkê pirsan bike û bêje “çima” divê hewl bide bê ma ka dikare çawa bike û li hemberî vê vîrûsê çawa tevbigere. Fikr û fikarên neyênî wê we têxe tengasîyê û bike ku hûn nikaribin bi awayekî dirust hewl bidin. Xwe ji van fikrên çewt û nebaş biparêzin û bifikirin gelo di rewşeke wisa de mirov dikare tiştên çawa bike da ku têkoşînê bi vê nexweşîyê bike û xwe baş hîs bike. Wextê xwe hemûyî bi raketinê û di nav livînan de jî derbas nekin. Têkilîyê bi malbata xwe re deyinin, bi hev re tiştinan bikin û bila parvekirinên we hebin.

*Derûnnas

 

1- Coronavirus disease 2019 (Nexweşîya Vîrûsa Koronayê – 2019)

2 – Li Wuhanê derketîye holê ku ev bajareke welatê Çînê ye û girêdayî eyaleta Hubeîyê ye

3 – https://www.cdc.gov/coronavirus/2019-ncov/about/symptoms.html

4 – https://www.bing.com/covid (Nêrîna dawî 04.04.2020)

5 – https://web.archive.org/web/20200324113720/https://www.bbc.com/news/health-51674743

Gazete Duvar

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin