Almanya, Fransa û Brîtanya: Em ê şiyana mûşekî ya Îranê jinav bibin

.

Her sê welatên mezin ên Ewropayê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ew amade ne rêkarên leşkerî yên berevaniyê bigirin, ji bo jinavbirina çavkaniyên şiyana mûşekî û dronî ya Îranê.

Almanya, Fransa û Brîtanyayê îro 2ê Adarê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin: "Êrîşên mûşekî yên Îranê bi awayekî serberdayî hevalbendên me, hêzên me yên çekdar û welatiyên sivîl li seranserê navçeyê kirine armanc." Her sê paytextên Ewropî diyar kirin ku armanca wan a sereke, rêgirtina li Tehranê ye ji bo avêtina mûşek û dronan.

Ev biryara Ewropayê piştî wê yekê tê, Îranê di bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, gelek êrîş birin ser welatên cîran û Îsraîlê. Li gorî zanyariyan, tenê li Îsraîlê 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di heman demê de, Washingtonê ragihand, 3 serbazên wan di encama van êrîşan de hatine kuştin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, di peyameke vîdyoyî de li ser tora civakî "X" ragihand, welatê wî daxwaza Amerîkayê ya ji bo bikaranîna bingehên leşkerî yên Brîtanyayê qebûl kiriye. Starmer got: "Me destûr daye ku bingehên me ji bo mebestên berevaniyê yên taybet û sînordar werin bikaranîn, da ku em rê li ber Îranê bigirin ku mûşekan neavêje herêmê û em komgehan û cihên avêtina mûşekên wan têk bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de, Berlîn, Parîs û Londn tekez kirin ku ew bi Washington û hevalbendên navçeyê re di nav gotûbêjên berdewam de ne, ji bo nirxandina rewşê û bicihkirina rêkarên berevaniyê yên pêwîst ji bo aramiya herêmê.

K24

Siyaset Haberleri

Fraksiyona PDKê: Em dest ji mafên neteweyî yên Kerkûkê bernadin
Koçka Spî: Gera nû ya danûstandinan li Îslamabadê birêve diçe
Şaxewan Ebdullah: Proseya diyarkirina parêzgarê Kerkûkê nerewa ye
Netanyahu 3 şert ji bo rêkeftina bi Îranê re danîn
Şerê li Îranê bandor li aboriya cîhanê kir: Li Washingtonê lûtkeya Banka Cîhanî û IMFyê