Ajansa Rûsî: HSD razî bûye Eyn Îsayê radestî rejîmê û Rûsya bike

.

 Ajansa fermî ya Rûsyayê Sputnîkê îdia kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) razî bûye bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê radestî hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê bike.

Li gorî ajansê ku nûçeya xwe dispêre berpirsekî hikûmeta Sûriyê yê bi navê Umer Rehmûn, doh 27ê Kanûna 2020an, di navbera berpirsên HSD, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de civînek li ser rewşa Eyn Îsayê pêk hatiye û di civînê de HSD razî bûye ji Eyn Îsa derkeve û radestî hêzên rêjîma Sûriyê bike.

Heman çavkaniyê gotiye, HSD dê di nav çend saetên bê de ji Eyn Îsa derkeve.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî berpirsên HSDê ragihandibûn ku wan red kiriye Eyn Îsayê radest bikin û ew dê li hemberê êrîş û gefên Tirkiyê xwe biparêzin.

Li ser vê îdiaya ajansa rûsî hîn ji aliyê HSDê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?