Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî, diyar kir ku Serokkomar Erdogan ê AKP’ê piştgiriyê dide DAIŞ’ê û got: “Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bi kar tîne.”

Rageşiya di navbera Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ê AKP’î û Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron de dewam dike. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Abdî, piştgirî da Macron ê di hedefa Erdogan deye. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê Macron de peyam da.

Abdî di peyama da de wiha got: “Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ji bo ku Misilmanan ji DAIŞ’ê biparêze alîkarî kir, ji bo nûkirina rêxistinê û parastina nirxên mirovahiyê rolek girîng lîst. Serokkomar Erdogan ê piştgiriyê dide DAIŞ’ê, bi heqaretkirina li wî, ji bo berjewendiyên nêrîna Misilmanan û cîhana Îslamiyetê tu tiştî îfade nake. Erdogan berevajî vê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bi ola Misilmantiyê bi kar tîne.”

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?