6 partiyên mixalefetê ‘metna xwe ya lihevkirinê ya hevpar’ aşkere kiriye

.

6 partiyên mixalîf ku ji CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Saadet, Partiya Demokrat, DEVA û Partiya Pêşerojê pêk tê, îro Metna xwe ya Lihevkirinê ya Polîtîkayên Hevpar eşkere kiriye.

9 xalên sereke yên di metnê de ne wiha ne:

  • HIQÛQ, EDALET û DAXAZ
  • RÊVEBERIYA GIŞTÎ
  • TÊKOŞINA LI DIJÎ-GENDELTIYÊ, ŞEFAFÎ Û KONTROLKIRIN
  • ABORÎ, DARAYÎ Û KAR
  • ZANIST, AR-GE, NÛXWAZÎ, KARSAZÎ Û VEGUHERÎNA DÎJÎTAL
  • POLITIKAYÊN SEKTORÎ
  • PERWERDE Û HINDEKARÎ
  • POLITIKAYÊN CIVAKÎ
  • POLÎTÎKAYÊN DERVE, POLITIKAYÊN BERGIRÎ, EWLEHÎ Û KOÇBERIYÊ

Balkêşe ku di metna polîtîkayê de behsa Peymana Stenbolê û mafên LGBTI+yan nehatiye kirin.

Her weha mijarên wekî mafên ajalan, astengdaran, mafên kesên ji 65 salî mezintir û piştgiriya ji bo çandinî û cotkaran di metnê de cih girtine.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Faîk Oztrak beşdarî civînê bûnê .

Siyaset Haberleri

'Yasaya Çareseriyê' di Rojnameya Fermî de hat belavkirin
Çima êrişî Pîrmamê hat kirin?
Hikûmeta Sûriyeyê: Pêwîstiya me bi mamosteyên zimanê Kurdî heye
Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke neasayî ya parlamentoyê li Hewlêrê dikin
Li Zanîngeheke Çînê beşa Zimanê Kurdî xwendekaran werdigire