6.mîn festîvala navnetewî ya çandên cuda birêve diçe!

Biryare sibe bi beşdariya grubên hunerî yên 8 welatan ve 6.mîn festîvala navnetewî ya çandên cuda li Ranya destpê bike û dê sê rojan jî berdewam bike.

Biryare sibe bi beşdariya grubên hunerî yên 8 welatan ve 6.mîn festîvala navnetewî ya çandên cuda li Ranya destpê bike û dê sê rojan jî berdewam bike.

 

Festival ji aliyên navenda Rayel a danûstana çandî û bi çavdêriya wezareta rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêmê ve, sibe 19.09.2019ê li Ranya destpê dike û heta roja 21.09.2019ê dê berdewam bike.

 

6.mîn festîvala çandên cuda li Ranya de, grubên hunerî yên welatên Meksîka, Amerîka ya Latîn, Îran, Misir, Uman, Urdin, Hindîstan, Mexrîb, gruba niştimanî ya hunerên mîlî yên Iraqê li Bexda, gruba huneriya Şarya Êzdî, gruba mûzîk a keçên Ranya, gruba biratiyê ya Kerkûkê, gruba netewî ya hunerên mîlî ya Hewlêrê, gruba Çil Kezî li Duhokê û Gruba Leyzîn a reqs û gowendê beşdar in û dê berhemên xwe pêşkeş bikin.

 

 

BASNEWS

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê