6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne ku bi 'Ala Kurdistanê' derbasî bajêr bibin

6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne ku bi 'Ala Kurdistanê' derbasî bajêr bibin

 

Hat ragihandin ku zêdetirî 6 hezar Pêşmergeyên Şingalê hemû perwerdeyên leşkerî temam kirine amade ne di nava 2 saetan de biçin bajarê xwe û berevaniyê lê bikin.

Fermandarên wê jî dibêjin, divê Pêşmergeyên Şingalê bajarê xwe biparêzin, ji bo ewlehî û aramî çêbibe û Şingal bê avedankirin.

Hêza Şingalê ya Pêşmerge ku ji 2500 Pêşmerge pêk tê, plana parastina çiyayê Şingalê danîye û Ala Kurdistanê jî wek nîşana amadebûnê bilind kirine.

Fermandarê Hêza Şingalê Fermandarê Hêza Şingalê Şêx Mecdel got, her dema serkirdatiya wan biryarê bidin, ewê ber bi Şingalê bi rê bikevin û gel û niştimana xwe biparêzin.

Şêx Mecdel ji K24ê re axivî û diyar kir: “Ji hemû eşîretên başûr û bakurê Şingalê di nava vê hêzê de ne. Hemû tenê Şingalî ne. Her demê amade ne biçin Şingalê û gelê xwe biparêzin. Di heyama du demjimêran de emê li serê çiyayê Şingalê bin. Xelkê Şingalê hemû li hêviya Pêşmerge ne, ta bên û aramî û ewlehî çêbibe. Heta em Pêşmerge neçin Şingalê, ewlehî li Şingalê bicih nabe.”

Hêza Şingalê ya Pêşmerge xwedî 54 şehîdan e û hemû jî xelkê Şingalê ne. Pêşmergeyan rahênana serbazî dîtine û canê xwe ji bo xak û miletê Şingalê dikin qurbanî.

Pêşmergeyên Şingalê ji rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dilxweş in û destnîşan dikin ku divê Pêşmerge Şingalê biparêzin, heta ku careke din rastî stem û nexweşiyan nebin û ewlehî vegere deverê.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?