6 cenaze li cem hev hatin definkirin

Do li ser rêya navbera navçeyên Midyadê û Kerborânê ku her du navçe li ser Mêrdînê ne, qezayekî zincire çêbû ku tê de kamyonekî, traktorekî û trimbêlekî li hev ketibûn û di encamê de 6 kes miribûn û 2 kes birîndar bûbûn.

 

Do li ser rêya navbera navçeyên Midyadê û Kerborânê ku her du navçe li ser Mêrdînê ne, qezayekî zincire çêbû ku tê de kamyonekî, traktorekî û trimbêlekî li hev ketibûn û di encamê de 6 kes miribûn û 2 kes birîndar bûbûn. Îro cenaze tev li cem hev hatin definkirin ku di nav wan de 3 heb zarok hebûn.

Kesên di qezayê de can dabûn Nimetullah Yıldız (34) û kurê wî yê 2 salî Abdulkerim, birayê wî Mehmet Hacı Yıldız (10), ajotvanê trimbêlê Özkahraman (20), Dilovan (12) û birayê wî Muhammet Kan Seyitoğlu (21) ne.

Piştî otopsiya cenazeyan li nexweşxana dewletê ya Midyadê hat kirin, cenazeyan teslîmê malbatan kirin. Malbat cenazeyan birin taxa Bardakçıyê û li wê derê defin kirin.

Di qezayê de ajotvanê kamyonê M.E.A. û yê traktorê N.T ku birîndar bûbûn û ji aliyê dozgeriyê de hatin binçavkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?