5 namzedên kotayê yên ku PDKyê piştgirî dida wan hatin hilbijartin

.

Ji 9 kursiyên kotaya pêkhateyan ên li Parlamentoya Îraqê, 5 ji wanên ku PDKyê piştgirî li wan dikir hatin hilbijartin.

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, pênc namzedên pêkhateyan ên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgirî dida wan, mafê çûna parlamentoyê bi dest xistiye.

Ji bo 5 kursiyên kotaya Xiristiyanan 19 namzed ketin pêşbirkê.

Her sê namzedên Xiristiyan ên ku PDKyê piştgirî dida wan, bi ser ketin:

Namzedê Dihokê Samî Uşana 22 hezar û 56 deng standin.

Namzedê Xiristiyan ê Hewlêrê Kildo Remzî Ogna 18 hezar û 472 deng standin.

Îmad Yuhanna yê ku li Kerkûkê 17 hezar û 602 deng standin, mafê çûna parlamentoyê bi dest xist.

Ji bo kotaya Êzidiyan jî li parêzgeha Nînowayê 7 namzed ketin pêşbirkê.

Li vir jî namzedê ku PDKyê piştgirî dida wî, Xalid Seydo bi 9 hezar û 689 dengan serkeftina xwe misoger kir.

Ji bo yek kursiyê kotaya Feyliyan ê li herêma Wasitê, 9 namzed ketin pêşbirkê.

Namzedê ku PDKyê piştgirî dida wî, Heyder Elî (Ebû Tara) bi 17 hezar û 174 dengan wekî parlamenter hat hilbijartin.

Namzedên din ên pêkhateyan ên ku bi ser ketine ev in:

  • Îvan Faiq Cebro - 13 hezar û 128 deng (Bexda, kota Xiristiyan)
  • Eswed Keldanî - 6 hezar û 227 deng (Nînowa, kota Xiristiyan)
  • Waad Qedo - 10 hezar û 499 deng (Nînowa, kota Kurdên Şebek)
  • Besam Zuheyrî - 5 hezar û 395 deng (Bexda, kota Suryanî)

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin