5 milyon dînar ji bo her malbateka şehîdên şerê DAIŞê

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Kurdistanê dê alîkariya malbatên şehîd û birîndarên şerê DAIŞê bike.


Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Kurdistanê dê alîkariya malbatên şehîd û birîndarên şerê DAIŞê bike.


Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ji BasNewsê re got, li ser daxwaza me hikûmetê rizamendî nîşan daye ku 5 milyon dînar (nêzîkî 4 hezar dolar) bide her malbateka şehîdên şerê DAIŞê û milyonek dînar jî bide her birîndarekî şer.


Li gorî amarên ku Wezareta Pêşmerge belav kiriye, di şerê DAIŞê de hezar û 726 pêşmerge û karmendên ewlehiyê şehîd bûne, derdora 10 hezar pêşmerge û çekdar jî birîndar bûne.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?