350 koçberên ji Sûriyê ji Kampa Holê hatin derxistin  

.

Hat ragihandin ku îro 10ê Kanûnê li ser biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ku beriya niha dabû, beşa 7an a koçberên ji Sûriyê ji Kampa Holê hatin derxistin.

Hat diyarkirin ku hejmara wan kesên ji kampê hatine derxistin 350 kes bû û piraniya wan jin û zarokên ji Reqa û Tebqayê bûn.

Serokê Buroya Karûbarên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser berdewama derxistina koçberan daye xuyakirin, demên pêş wê koçberên ji herêmên Cizîr û Mibicê jî ji kampê bên derxistin.

Hêjayî gotinê ye, li Kampa Holê ji bilî çekdarên DAIŞê bi deh hezaran koçber û malbatên DAIŞîyan dimînin ku li gorî rêkeftineke ligel eşîrên herêmê hatiye kirin, beş bi beş koçberên ji Sûriyê bi daxwaza xwe ji kampê têne derxistin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?