32 sal di ser koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo re derbas bûn

.

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo berî 32 salan koça dawî kir, lê hê jî bi giyan, awaz û stranên xwe zindî ye.

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo berî 32 salan koça dawî kir, lê hê jî bi giyan, awaz û stranên xwe zindî ye.

Bi têlên bizqê û dengê xwe hunermend û şoreşger Mihemed Şêxo navê xwe li her maleke Kurd hişt.

Hunermend Seed Ferso ku hevalê Mihemed Şêxo bû, dibêje dema hunera Kurdî di warê denbêjiya odeyan de bû, Mihemed Şêxo karî dengbêjiyê veguhêze warê stranê û ritmekî jî jê re deyne.

Li alîkî din Mihemed Şêxo xwedî hestek netewî û cuda bû û gelek stranên netewî jî çêkirin.

Mihemed Şêxo çû û gelek hestên zindî li paş xwe hêlan, bi hezaran xelkê Rojavayê Kurdistanê beşdarî rê û resmên koçkirina wî bûn. Seed Ferso dibêje ku hunermendên wekî Mihemed Şêxo tune ji ber wê yekê stranên wî dê bimînin û kesek cihê wî jî nagre.

Mihemed Şêxo gelek caran li rastî astengî û girtinê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye û gelek fişar lê hat kirin ta gihişt asta ku ji Sûriyê derket û berê xwe da Başûrê Kurdistanê û paşî wê jî Rojhilatê welat, di dawiyê de vegeriya Sûriyê û li rastî nexweşiyeke giran hat û xatir ji gelê Kurd xwest û koça dawî kir.

32 sal di ser koça hunermendê kurd Mihemed Şêxo re derbas bûn, hunermendên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku kesek wekî Mihemed Şêxo tune ye ji ber xwedî hestekî cuda bû û şoreşek di hunera kurdî de çêkir.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!