3 romanên Jan Dost bi Kurdî belav dibin

3 romanên din ên Jan Dost, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ji Erebî bo zimanê Kurdî (Soranî) hatin wergerandin.

Navenda Nûçeyan- Ji romanên Jan Dost a bi navê ‘Efrîn Korîdora Aram’ ji alîyê Wirya Xefûrî, ‘Destnivîsa Petersburg - Jîyana Jabazîdî’, ji alîyê Sebah Îsmaîl û romana bi navê ‘Otobusa Kesk a Helebê’ jî ji alîyê Tariq Karêzî ve bo Kurdî hatine wergerandin.

Soran Ezîz xwedîyê Mala Wefayî, ji Rûdawê re ragihand ku Mala Wefayî wan 3 romanan çap dike û di meha bê de belav dike û digihîne ber destê xwîneran.

Pêştir çend pirtûk û romanên din ên Jan Dost bo zimanê Kurdî hatibûn wergerandin ku ji wan jî Sebah Îsmaîl, wergêrê Kurd, 5 romanên wî nivîskarê Kurd ji Erebî bo Kurdî wergerandibûn.

Jan Dost, nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd, 12ê Adara 1965an, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Helebê, beşa Bîyolojîyê xwend. Ji sala 2000ê ve li Almanyayê dijî û bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse.

Wî nivîskarê Kurd bi nivîsandina helbestan dest pê kir û yekem dîwana xwe ya helbestan bi navê, ‘Keleha Dimdimê’ sala 1991an li Almanyayê çap kir. Paşê di heman salê de li Stenbolê belav kir û herwiha ‘Dîwana Jan’ jî li Dubaî û Stenbolê hat çap kirin. Çendîn kitêbên wî ji Kurdî bo Erebî hatine wergerandin, weke Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku bi 4 çapan li Şam û Beyrûtê hatîye belavkirin.

Rûdaw

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?