3 gencên kurd li Kerkûkê hatin kuştin

3 gencên kurd li Kerkûkê hatin kuştin

Sê gencên Kurd li devera Şiwanî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve hatin gulebarankirin û kuştin.  

Ew her sê li çolekê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatin kuştin. Termên wan di otomobîlê de hatin şewitandin. Malbata wan û dezgehên ewlekariyê, kuştina sê gencan, ji kiryarên DAIŞê dibînin.

Ew gencên kuştî du bira pismamek in. Herêz û Aram Mistefa û pismanê wan Pêşewa, bi awayekî hovane hatin kuştin û şewitandin.

Bavê Herêz û Aram, Hecî Mistefa got, "Ji bilî DAIŞ'ê û komên tundrew, gûmana me nîne ku kesekî din vê yekê li me bike. Ew gelekî bi bêwîjdanî hatine kuştin. Ew ê bi me re bûye, bi ti kesekî din re nehatiye kuştin."

Devera ku tawan lê hatiye kirin, devereke vala ye di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye. Fermandarekî Pêşmerge jî di wê baweriyê de ye ku kiryarên wiha, tenê DAIŞ'ê dike.

Efserê Lîwaya 11 a Pêşmergeyan Luqman Sertkî ji K24 re got: "Ev tawan gelekî bi bêwîjdanî hatiye kirin û dişibe kiryarên DAIŞ'ê."

(K24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?