200 kes li gundekî Kirmanşanê jehrî bûn

Ji ber nepakiya ava vexwarinê ya gundê Şêx Sele li rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 200 kesî jehrî bûn.

Saman Dîrok ku xelkê gundî ye ji K24ê re ragihand, şeva bûrî li gundê Şêx Sele yê ser bi Selasey Bawecan li Kirmanşanê, ji ber genîbûna ava vexwarinê jehrî bûn.

Saman Dîrok diyar kir, jêdereke ava vexwarinê ya gundê kanî ye, hin xelkê gund jî ji ava bîran bikar tînin, ewên her du jêderan bikar tînin jehrî bûn.

Da zanîn jî, ji duhî ve nêzîkî 200 kesî jehrî bûne, rewşa 20 kesan ne cîgir e û ji bo nexweşxaneyên Kirmanşanê hetine veguhastin.

Gundê Şêx Sele ji nêzîkî 500 malbat û 2500 kes pêk tê, ji zû ve pirsgirêka nebûna ava vexwarinê ya pak lê heye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?