17 sal li ser hilweşandina rejîm Beis a Iraqê re derbas dibe

17 sal bi ser hilweşandina rêjîma Beisî ya Iraqê ji alîyê hêzên hepveyman ve derbas dibe. Bi vê helkeftê li Iraq û Herêma Kurdistanê bêhinvedana fermî ye.

Navenda Nûçeyan - Îro 9 Nîsanê, 17emîn salvegera rûxandina rêjîma Sedam Husên e ji alîyê hêzên hevpeyman bi serokatîya Amerîkayê.

Êriş û operasyonên hêzn hevpeyman li dijî rêjîma Beisî ya Iraqê, roja 3 Nîsana 2003 dest pê kir û roja 9 heman mehê Bexdaya paytext ji destê rêjîmê hat derxistin û peykera Sedam Husên li meydana Fîrdews ya bajêr hat şikandin û rêjîma Beisî hilweşîya.

Roja paşîn, hêzên Pêşmerge bi alîkarîya hêzên hevpeyman bajarê Kerkûkê rizgar kirin û zilma Beis li wî bajarê Kurdistanî nehîştin.

Rêjîma Beisî ya Iraqê ji sala 1968 heta 1991 Kurdistan zeft kir, belayên mîna Enfal û kîmyabarana Helebcê anîn serê kurdan, bi hezaran gundên Kurdistanê wêran kir û zilmek kûr û mezin li kurd û Kurdistanê kir.

Serokê wê rêjîma zalim û zordar Sedam Husên, roja 6 Kanûna 2003 li nav kunekî de li derdora bajarê Tikrîtê yê Iraqê hat dîtin û girtin, roja 5 Mijdara 2006 fermana mirina wî hat dayîn û roja 6 Kanûna heman salê jî hat îdamkirin.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin