17 rêveberên Şaredariya Mêrdînê ji gendeliyê hatin binçavkirin

.

Li Şaredariya Mêrdîn ku ji aliyê qeyûmê li şûna şaredarê hilbijartî Ahmet Turk ve tê birêvebirin, operasyona gendeliyê hat kirin.

Hat ragihandin ku di encama operasyona ser gendelkarên şirketa MARSU ya avê de, 17 kes ji gendeliyê û fesadî xistina nav îhaleyan hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de, midurê berê yê MARSUyê Eşref Dagdelen, cîgirê midurê berê Sadullah Turkgut û serokê daîreya aboneyan Nurettîn Çetîn jî hene.

Li gorî zanyariyan karmend û berpirsê di saziyên şaredariyê de, bi milyonan lîre gendelî kirine û îhaleyên bi deh milyonan bi awayekî derveyî usulê dane kes û karsazên nêzîkî xwe.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?