15emîn salvegera serhildana 12ê adarê

Rojeke weke îro 12 Adara 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şama paytexta Sûriyê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan.

Di 12 Adara 2004an de, li yarîgeha Cîhad a li bajarê Qamişloyê, di dema lîstika futbolê ya di navbera herdu tîmên Cîhad û Fitiwê de, alaya kurdan hate hildan, alîgirên Tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê Erebên Dêrezorê bûn, di gel hêzên ewlehiyê yê rêjîma Esed êrîşî kurdan kir û lîstikgeh bû meydana şerî û hêzên ewlehiyê yên rêjîma Beis bi guleyan êrîşî kurdan kir, ku hejmarek ji kurdan di lîstikgehê de şehîd bû û hejmarek mezin jî birîndar bûn.

Xelkê Qamişlo derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşan dan. Rêjîma Sûriyê û eşîrên Ereb jî êrîşî kurdan kir. Kurdan ji Qamişlo û heta tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kir û serî hildan.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 42 welatiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes ji welatiyên sivîl ên kurd desteser kirin û girtin.

Serhildan ji ber bikaranîna çekan ji aliyê hêzên rejîmê ve Heftiyekî berdewam bû, 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û di nav de jin û zarok jî hebûn.

(K24/ Rûdaw)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?