Li ser sînorê Tirkiyê û Yûnanê, 17 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê Raniye ya Başûrê Kurdistanê ne, hatine girtin.
Saziya Bilind a Koçber û Penaberan li Tirkiyê ragihand ku doh êvarê 17 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê devera Raperînê ne, dema ku dixwestin sînorên Tirkiyê derbas bikin û xwe bigihînin Yûnanê, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine girtin.
Li gor daxuyaniya wê saziyê, 3 koçberên din karîne ji destê hêzên polîs ên Tirkiyê birevin.
Heman saziyê bal kişandiye ser wê yekê jî ku îro dê nûnerê Saziya Bilind a taybet bi koçber û penaberan serdana wan 14 koçberan bike û herwiha dê alîkarîya wan bike da ku di zûtirîn dem de karûbarê wan yê yasayî bidawî bibin û ji bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?