13emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman li Mêrdînê dest pê dike

13emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman Sînemardîn li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê îro destpê dike.

Navenda Nûçeyan- Îro (06.12.2019) 13emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman Sînemardîn bi fîlma Emin Alper a “Xwîşkên Hev” (Kiz Kardeşler) dest pê dike.

Sînemardîn di navbera 6 û 13ê Kanûnê de tê lidarxistin û dê li du salonên cuda 24 fîlmên metrajdirêj û belgefîlm bên nîşandan. Di nav fîlmên li festîvalê yên li salona Mardin AVM Cinemaximumê bên nîşandan de fîlmên sala 2019an ên ku gelek xelat wergirinê jî cih digrin.

Hemû fîlmên tên nîşandan û hemû bernameyên atolyeyê yên di çarçoveya Sînemardînê tên kirin de dê wekî her sal îsal jî bêpere bin. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?